MisafirimizYazılarımız

Eğîtîm Bîr-Sen û Mêtin

yazar_atilla_akinPar, qampanyayekê şanenav ( îmza)  û  boyqotekê bi pêşewatiyê Eğîtîm Bîr-Sen’ê li dijê  kincên fermî ya mamosteyan  destpê kir û heya niha jî berdewam e. Hûn bi tevahî  bi vî agahdar in. Wexta ku ev helmet( qampanya) çêbû, weka yên beşdarî vê sendîqayê ne, ez jî alîkirî kirim û qrewat û kincên din ji xwe derxist û piştevanî kirim. Di mekteb ( dibistan) a me de bilî min 5-6 mamoste hebûn ku bi Eğîtîm Bîr-Sen’ê ve girêdayî bû. Lêbelê ji min pêştir kesekî/ê tevlî vê boyqotê nebû. Çi ye ku dibistana min, dibistana navîn ya îmam û xetîb bû çend hermet jî tê de hebûn û jixwe ew sergirtîbûn,bi şarpê û kincên tesetturê dihatin dibistanê, asteng ji wan re çênebûbû.

Zilamên din yê ku beşdarî vî sendîqayê bûn hew destek dane vî helmetê. Nêv zilaman de çi ye ku ez tenê piştgirî didama vê yekê- rastî, serkirde ne tê de- alîkarê serkirde ku bixwe jî beşdarê Eğîtîm Bîr-Sen’ê bû ez pirr aciz kirim. Çend mamosteyên dî jî carînan henekan bi min dikirin û weka anarşîstekî ez bi nav dikirim. Belê, eynî wisa. De were îja xwe ji vî navê safî bike?  Çima behsa van tiştinan dikim? Bona ku hûn bêjin; “Helal be lo”  qise nakim. Tişta ku bîra min naçe ew e ku di hewşa  mektebê de ez û serokê dibistanê rastê hev hatin û axavtineke kurt navbera me de peyda bûbû. Wan roja ku mijar boyqota kincên fermî bû berê xwe da min û ji min re “ Hûn kurd, xwe tu tiştekî xirab nagirin. Kî armancekê bide berçavên we hûn xwe davêjin pêş û  dadikevin keftûleftan.” got. Min bersivekê kurt dabûyê: Em çawa bikin, qederê me jî  wiha ye. Gotinê te rast e, gotê.

            Bona me, yanî misilmanên kurd, baweriya bi Îslamê serdest e. Dixwazim timî serdest jî be. Lê, ku ez dibînim yên bona mafên me’muran dişixulin ji dil nîn in û derfetên meqem û mewkiyê digerin. Bona ku bigihêjin armanca xwe her cure rê didin ber xwe û hest û baweriya beşdarên xwe weka mêtinkeran tevdigerin.

            Nêzîkê yanzdeh salan  ez jî  beşdarekî  Eğîtîm Bîr-Senê bûm. Çi helmet saz dikirin, ez jî helwestên xwe goreyê wî  helmetê nîşanî dikirim. Ez oldar bûm û eniya ku ez lê bim divê ê misilmana bûya. Azadiya bawermendiyê ji yên din herî giring bû. Wisa difikirîm. Loma parastina weka heqê zimanê zikmakî paşve dabû û dê paşê ew jî hel bibe,digotim. Roj bihurîn û dixuye ku tu xîretekê  bona bi zimanê kurdî û yên din de zarok bên perwerdekirin nay holê. Sendîqeya ku ez pê giredayî bûm gelo çima xîret nedikir? Hêviya çi sekînîbû?

 Bi van ramanan, bi gerînendê Eğîtîm Bîr-Sen ya Fatîhê ketime gotebêjê. Pirr xemgîn û dilteng bibûm. Navbera me de muneqeşeyekê  zehf kirêt peyda bû. Me hev aciz kir, rikê hev anî û dawiyê de veqetandin çêbû. Îstîfa kirim.

Ji nûnerên sendîqayê pirs kirim: Eğîtim Bîr-Sen,bona zimanê zikmakî sereke kurdî jî bibe zimanê perwerdehiyê çima hewl û gavên berceste navêje?

Bersiva ku dane min, ez ji eyarê de daxistim: Hê wext nehatiye,hêdî hêdî, ecele neke, xwesteka bi vî şiklê ji kesî nehatiye,ev miletperestiye û hwd. Her yekî  tiştin cuda digotin û tevahî ji rexneyê sendîqeyê aciz dibûn. Mirov digot qey sendîqe, malê bavê wan e.

Bi zimane ku hekmat daxuyanî dida û ku sendîqe bi xwe jî rexne lê digirt û digotin “Heya kengî  sebr bikin, divê qedexekirina tesetturê îro were çareserkirin” bi eynî şêwê bersiv didana min.

Kurtasî, ez rind têgihîştim ku bi zimanê zikmakî perwerdehî ne xema sendiqê ye. Heqa desturmendiyê me’muran jî bi dest xistibûn û minetê wan ji kesî tunebû. Jixwe yên ku beşdarê vî sendiqayê bûbûn êdî  bi ramanên xwe cuda cuda ne. Ne bona heq û huquqê xwe diêşînin. Yên ku daxwaza wan meqamek baş be, yên ku neteweperest in, çepgir in, yên ku menfeeta xwe digerin, yên li qûta xwe digerin û tevdigerin hemû pêşerojê xwe di beşdariyê vê sendîqayê de dîtine. Êdî mineta wan ji hevrêyên xwe yê misilmanên kurd nemaye û hew bona pirsgirêkên wan xwe berpirsiyar dibînin. Ji ber ku êdî rengê xwe guhertine gavek bona dermanê jî navêjin.

Di wî gengeşiyê de ê ku pirr zora min çû jî ku digotin; rakirina “sonda min” ku tirkan jê re digot “andımız” me rakiriye. Vî yekî weka minetê danîn ser milê min. Îja were seyrê.  Ser de jî çi ye ku min behsa zimanê kurdî kirim jî ez bi miletperestiyê îtham kirim.

Belê, minetekê xerîb. Minetekê ji derûniya desthilatdariyê. Kurno, em birayên hevdû nebûn? Me bi hevre hewl ne da, mil neda hev bona heqê  ”sergirtinê” û yên din?

Yên xwediyê wîjdanê bila bersiv bidin: Derd û kulan de em birayên hev, hevrêyên hev, hevalên hev in. Niha xwîşkên me yê bitesettur rihet e,şa ye. Em temamî  serfiraz in. Lê heqên ku însan bi xwe re tîne dinê û pê bikartîne yanî ziman  perwerdehiyê de hêj qedexe ye. Xwîşk û birayên me çawa dilê xwe ji vî neheqiyê şûştin û xwe kerr kirin.

Çend tirkên misilman ê bixîret pêştir kesekî/ê dengê me seh nake.

Hawara me Xwêdê!