Misafirimiz

Zîmanê Mirov Mîna Mala Mirove*

Bé navé xwedé yé dilovan…

Xwedé teala di Qur’ana kerîm da, sûra rûm, ayeta bîst û dûdû ya da dibéje: “Çékirina erd û ezman û cihétîya reng û zîmané we, ji nîşanén xwedé ne. Di vanan de ji bo zana ya nîşan hene.”

Hebûna dûnyayé û hebûna mirova cûre cûre ye, sazûmana perwedehîya Tirkiye li ser yekbûné ye. Hemû mirova wek hev dibîne. Ji ber vî sazûmané Dilé gelek xelk û mirovan şikîya û ji hev veqetîya.

Lé welaté me gelek ol, zîman û çand hene. Hemû ne yekin. Li gor çeşnetî ya civata sazûman hewce ye.

Di zimané zikmakî de perwerdehî bi tirs û xof dan ber gelén Tirkiya. Lébelé va tirs û xof nepewîst bû. Di gelek welatén dûnyayé de bi zimané zikmakî perwedehî dihat karkirin û welatén wan tiştek ne bû.

Li gor lékolinek di ABD’yé da hatîye çékirin, Hispanikén him bi Sipanî û him bi îngilizî perwedehî dibînin, ji Meksîkayî ya baştir Sipanî, ji Îngiliza baştir Îngilizî hîn dibin. Disa li gor gelek lékolînan zarok dikarin dû-sé zimanan hîn bibin û perwedehîya wan zimanan bibînin.

Her netewe bi zimané xwe xweşe, bi zimané xwe yé zikmakî dûnyayé nas dike, bi zimané xwe yé zikmakî jiyana xwe berdewam dike, zimané xwe yé zikmakî çiqas baş bizanîbe, zimanén din ewqas baş û zû hîn dibe.

Li welaté me jî dewra paşîn da zimané Kurdî di dibistanén de bûye zimané hilbijartî. Ev gava tiştek başe, lébelé ne bese.

Serbestî ya zimané Kurdî û zimanén civatan inşallah wé ji bo welaté me baş bibe.

Xwedé bi xér bike…

HAYDAR DİRİCİ

Kürtçe Tashih: Emrah Kaya

* İNSANIN DİLİ EVİ GİBİDİR.

YAZININ TÜRKÇE TERCÜMESİNİ OKUMAK İÇİN TIKLAYINIZ

 

One thought on “Zîmanê Mirov Mîna Mala Mirove*

  • Ji bo nivîs u ramanin we Xwedê Teala razî be..Kurdî di dibistanan de bu hilbijartî,ez amojkarekî Kurmancim,bi rastî şerm dikim bikevme wanê Kurdî hinî zarokên Kurda bikim.gerek zimanî Kurdî bibe zimanê perwerdeyî..

Yorumlar kapatıldı.